Li Wanê xebatên ji bo kampanya 'NA' dewam dike
Rêxistinên HDP û DBP'ê yên wanê, xebatên xwe yên ji bo referandûma 16'ê Nîsanê didomînin. Parlamenterên HDP'ê Lezgîn Botan û Adem Geverî li Payîzavayê çûn serdana gel û rêxistinên civakî yên sivîl.
Rêxistinên HDP û DBP'ê yên wanê, xebatên xwe yên ji bo referandûma 16'ê Nîsanê didomînin. Parlamenterên HDP'ê Lezgîn Botan û Adem Geverî li Payîzavayê çûn serdana gel û rêxistinên civakî yên sivîl.
Xebatên Rêxistinên HDP û DBP'ê yên Wanê yên ji bo referandûmê îro jî dewam kirin.
Parlamenterê HDP'ê yê Wanê Lezgîn Botan di destpêkê de li navenda Payîzavayê tevlî civîna gel bû. Piştre jî li Hoşapê serdana dikandaran kir. Botan li her cihî bi baldarî hat pêşwazîkirin.
SERDANA RÊXISTINÊN CIVAKÎ YÊN SIVÎL
Parlamenterekî din ê Wanê Adem Geverî jî tevî Hevserokê HDP'ê yê Bajêr Yakûp Ataş serdana rêxistinên civakî yên sivîl kir. Heyeta HDP'ê di destpêkê de Odeya Muşawîrên Malî û Hesabgirên Serbest ên Wanê ziyaret kir, piştre jî bi Serokê Odeyê Îbrahîm Şahîn re rûnişt. Şahîn kêfxweşiya xwe ya ji ber serdanê nîşan da û spasiya heyeta HDP'ê kir.
Geverî û Ataş piştre Yekîtiya Tabîban a Tirkiyeyê ziyaret kirin û bal kişandin ser girîngiya dengê 'NA' di referandûmê de. Hekîman jî kêfxweşiya xwe ya ji ber serdanê anîn ziman.