Li Wanê xebatên hilbijartinê: Wê gel tecrîdê bişkîne

Li Wanê xebatên hilbijartinê yên HDP’ê bênavber didome. Di xebatên hilbijartinê de hate diyarkirin ku di 31’ê Adarê de wê tecrîda li ser Ocalan jî were şikandin.

Rêxistina HDP’ê ya navçeya Rêya Armûşê xebatên xwe yên ji bo hilbijartina 31’ê Adarê didomîne. Îro jî li Taxa Karşiyakayê buroya hilbijartinê hate vekirin.

Namzeta hevşaredariyê ya HDP’ê Şehzade Kûrt li vê derê nerazîbûn nîşanî polîtîkayên tecrîdê da û got ku wê gel berxwedanê bişkîne.

QELQELÎ

Namzeta hevşaredariyê ya HDP’ê ya Qelqeliyê Dîlan Orencî jî çû serdana taxên Hacikişlak, Belamiskîn, Paçûxliya Jor. Şêniyên van taxan eleqeyeke germ nîşanî Orencî û heyeta pê re dan û diyar kirin ku di 31’ê Adarê de ew ê bi ser bikevin. Orencî got ku, “Gelê me ew ê deng bide berxwedana Leyla Guven û ew ê di 31’ê Adarê de tecrîdê bişkîne.”

SERAY

Li Serayê du malbatên ku li dijî hev şer kiribûn, bi qasidiya namzetê hevşaredariyê yê HDP’ê û rêveberên HDP’ê yên navçeyê bi dawî bû. Di bernameya lihevhatinê de namzeta hevşaredariyê Caziye Dûman axivî û got ku, “Me li ser vê axê, gelek êş dîtiye. Êdî dema wî tiştî hatiye ku li ser vê axê aştî pêk were.”

Piştî axaftinan herdu malbat li hev hatin.

 EBEX

Li Ebexê jî heyeta HDP’ê çû taxa Hêvîda û bi gel re civiyan. Namzetên hevşaredariyê yên HDP’ê Leyla Atsak û Farûk Demîr diyar kirin ku di 31’ê Adarê de wê gel bersivê bidin qeyûman.

BÊGIRÎ

Endam û rêveberên HDP’ê li Bêgiriyê jî xebatên hilbijartinê bênavber didomînin. Namzetên hevşaredariyê yên HDP’ê Leyla Balkan û Yilmaz Şalan çûn serdana taxa Korsotê û derî bi derî geriyan.

WESTAN

Xebatên hilbijartinê yên HDP’ê li Westanê jî bênavber didome. Namzeta hevşaredariyê ya HDP’ê Melek Arapoglû li taxên Bahçelîevler û Karşiyakayê bi jinan re civiyan û diyar kirin ku di 31’ê Adarê de wê rengê jinê mohra xwe li Westanê bide.

Namzetê hevşaredariyê yê HDP’ê Veysî Şeker û heyeta pê re jî çûn serdana taxa Texmanisê û derî bi derî geriyan. Şeker diyar kir ku di 31’ê Adarê de wê bi hev re navçeyê bi rê ve bibin.