Li Wanê û Amedê qirkirina siyasî: 32 binavçkirin, 3 girtin

Li Wanê û Amedê 31 DBP’yî û kardar hatin binçavkirin, 3 kes hatin girtin. Nûçegihanekî Medyascope TV jî hate binçavkirin.

Rejîma AKP/Qesra Erdogan qirkirina siyasî li dijî Kurdan didomîne.

WAN

Li Wanê polîsên Tirk bi hevdemî bi ser taxên Suphan, Karşiyaka û Xaçortê de girtin û Endama MP’ê ta DBP’ê Pervîn Ozgur jî di nav de 30 kes hatin binçavkirin. Kesên ku hatin binçavkirin birin Midûrîyeta Emniyetê ya Wanê.

Navê 10 kesên ku nasnameya wan diyar bûye, yên ku hatine binçavkirin:

Derya Soguk Bulak, Vahap Kaba, Yavuz Yildiz, Saîme Yildiz, Pervin Ozgur, Serap Guvenç, Mugdat Yorulmaz, Ferhat Komî, Akîf Komî ve Mehmet Numaş.

AMED

22'ê Hezîranê bi fermana Serdozgeriya Komarê ya Amedê kardarên ku hatibûn binçavkirin, ji van Mehmet Çelîk, Nîhat Salmiş û Firat Bal hatin girtin. Çelîk, Salmiş û Bal bi hinceta ‘fînansê didine rêxistinê’ hatin girtin.

Xwediyê Înşeata Bîrtaneyê Celaletîn Bîrtane jî 30’ê Hezîranê hatibû girtin.

Li navçeya Erxenî ya Amedê jî alîkara hevseroka DBP’ê Gulîstan Polat hate binçavkirin. Polat birin Amedê.

Nûçegihanê Medyascop TV, ku li ser înternetê weşanê dike Mehmet Çakmakçi jî li Amedê hate binçavkirin.