Li Wanê talankirina daran

Qeyûmê talanker ê ji bo Şaredariya BDP’ê ya bajarê Mezin a Wanê hatibû wezîfedarkirin, di bin navê çêkirina rê de, bi hezaran dar rakir.

Bi hezaran darên di demê Şaredariya DBP’ê ya bajarê Wanê de hatibû çandin, ji aliyê qeyûmê şaredarî xespkirî ve hate rakirin û talankirin. Tîmên Şaredariya Bajarê Mezin ê Wanê bi dehan wesayîtên kar ve li ser Rêya Îskele ya di cîhanê de duyem û di Tirkiyeyê de jî ya herî dirêj e, dar birîn. Li gel talankirina daran a qeyûmê Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê, li Wanê bi dehan darên li ser zeviyên civakî jî, kire qûrbanên avahiyên civakî.

RÊYA HERÎ KESK A WANÊ MAYE BÊ DAR

Bi hezrana darên li ser Rêya Îskele ya rêya herî dirêj a Wanê ye, tîmên şaredariyê di saetên şevê de dar hemû birîn. Rêya Îskele ya di rewşa rêya herî kesk a Wanê bû, piştî talankirina daran û şûnde taybetmendiya xwe ya diryarker winda kir. Li gel talankirina darên li ser rêya Îskeleyê, avahiyên darayiyê ya li navçeya Tuşbayê hatin çêkirin jî gelek dar hatin birîn.

LI DIJÎ BIRÎNA DARAN WANÎ NERAZÎ NE

Waniyan li dijî birîna daran nerazîbûn nîşan da. Esnafên li ser Rêya Îskeleyê, anî ziman ku darên ku bi salan e li ser rê hebûn di şevekê de hatin birîn. Esnafê li ser rê ev tişt ji ANF’ê re got: “Bi talankirina van daran re li keskayiya Wanê bi tememî tine bû. Heta ev dar mezin bûn bi dehan sal derbas bû. Rêya Îskele li gel taybetmendiyê xwe yê di cîhanê de rêza duyem e, bi keskahiya xwe jî li pêş çav bû. Îro li Wanê ne li ser ti rê û ne jî li kolanan dar tine. Tenê li ser Rêya Îskele hebû, ew jî tine kirin. Ya îro li vir hate kirin, talankirina xwezayê ye.”