Li Wanê qedexeya çalakiyan

Walîtiya Wanê ragihand li nêzî girtîgehên bajêr her cure çalakî hatine qedexekirin.

Walîtiya Wanê bi du giştînameyan ragihand ku 'li nêzî girtîgehan wê ti çalakî û bername neyên kirin '' û her wiha 'li bajêr wê daxuyaniyên çapemeniyê neyên dayin''.

Walîtiyê di giştînameyê de ragihand li derdora girtîgehên bajêr her cure çalakî, bername 'hatine qedexekirin''.

Di daxuyaniyê de tê gotin çalakiyan moral û motîvasyona girtiyan zêde kiriye.

Walîtiyê daxuyaniyên çapemeniyê yên li Parka Feqiyê Teyran, Kolana Cumhuriyetê, Kuçeya Hunerê bê dem 'qedexe' kiriye.