Li Wanê polîsan malbatek derb kir

Li Wanê roja Sêşemê polîsan li taxa Xaçortê bi ser malekî ve girtin û Sergen Pûlat destgîrkirin. Duh jî bi hinceta “lêgerîna malê” dîsa biser heman malê de girtin. Polîsan malbata ku li hemberî vê derketin derb kirin.

Polîsên Wanê 16’ê Mijdara 2021’an bi hinceta ku di derheqê Sergen Pûlat de biryara girtinê heye bi ser mala wî ya li taxa Xaçortê de girtin.

Di navbera polîsên ku bi şikandina deriyê malê re ketine hindûr û ferdên malbatê de rageşî derket.

Polîsên ku Pûlat destgîrkirinî, piştî du rojan (18’ê Mijdarê) bi hinceta ‘lêgerîna malê’ dubare biser heman malê de girtin.

Ferdên malbatê ji 4 polîsên ku di nava rojê de ji bo lêgerînê hatibûn re gotin, ‘dema we Sergen ji mal girt ji xwe we lêgerîn pêkanîbû, nabê ku hûn dubare lêgerînê bikin’. Li ser vê berteka malbatê piştî polîs ji malê veqetiyan, vê carê bi maşîneyên zirxî û polîsên rûpoş dubare bi ser malê de girtin.

Ne tenê li mala ku biryara lêgerînê li ser hebû lêgerîn pêkhat, li malên din yê di heman bînayê de jî polîsan xwest lêgerîn pêk bînin lê ferdên malbatan ji vê yekê re nerazîbûn nîşandan. Li ser vê yekê polîsan 4 endamên malbatên vê avahiyê yên bi navê Ferhan, Serhenk, Berkant û Mûrad derb û destgîrkirin.

Di encama serdegirtina malan a ji aliyê polîsan de tilîya pîrejinekê hate şikdandin û çend kes jî hatin birîndarkirin.

Polîsan li qaraqolê xwestin ku bi 4 kesan nivîsa ‘li gorî ûsûla xwe li malê lêgerîn hatiye kirin’ bide îmzakirin.

Çar kesên ku bi hêceta ku li hemberî polîsan rabûne hatibûn destgîrkirin hatin berdan, lê polîsê ku li malê êşkence li wan kesan kiriye, bi hinceta ku nehiştine peywîra xwe pêkbînin, derheqê malbata Pûlat gilî kir.

Endamên malbatê diyarkirin; “Me tenê xwest lêgerîn li gorî ûsûl û qanûnê pêkbînin. Lê ji bo vê xwesteka me derb û êşkence li me hat kirin. Em jî ji polîsên erkdar bûne gilîkar.”