Li Wanê polîsan êrîşî goristana gerîlayan kirin
Polîsên dewleta Tirk ên ku êrîşî goristana gerîlayan a li navçeya Îpekyolû ya Wanê kirin, ala kesk, sor û zer a sembola gelê Kurd şewitandin, li ser gorên gêrîlayan jî ‘TC’ nivîsîn.
Polîsên dewleta Tirk ên ku êrîşî goristana gerîlayan a li navçeya Îpekyolû ya Wanê kirin, ala kesk, sor û zer a sembola gelê Kurd şewitandin, li ser gorên gêrîlayan jî ‘TC’ nivîsîn.
Polîsên dewleta Tirk li ser goristana Taxa Yenî ya li navçeya Îpekyolû ya Wanê de girtin, li ser gorên gerîlayan ‘TC’ nîvîsandin û gor texrîbkirin.
Li gorî agahiyan şahidên ku bûyer dîtine, polîsan di destpêkê de goristan xistine dorpêçê piştre jî tepsiya hineyê û alên bi rengê kesk, sor, zer kom kirine û şewitandine. Hat diyarkirin ku pilîsan nivîsên li ser gorên gerîla hatine nivîsandin jê birine, li şûna wê ‘TC’ nivîsandine.