Li Wanê operasyonên qirkirina siyasî hatin protestokirin

Li Wanê destgîrkirina hevserokên bajêr ên HDP û DBP’ê bi girseyî hate protestokirin. 

Li Wanê, danê vê sibê polîsên dewleta Tirk avêtibû ser malan û hevserokên HDP’ê Umît Dede û hevserokê DBP’ê Okkeş Kawa û rêvbera DBP’ê ya Payîzavayê Handan Karakoyun, heseroka DBP’ê navçeya payîzava Sînem Malal, Dayikên Aştiyê Cahîde Olmez û Hemê Akdogan destgîr kiribûn. Danê vê sibê bi armanca protestokirina vê operasyona qirkirina siyasî gel li avahiya HDP’ê civiya. Bi tevlîbûna Hevseroka HDP’ê a Wanê Yadişen Karabulak, hevseroka DBP’ê ya Wanê Aynur Tarhan û nûnerên KCD’ê, Dayikên Aştiyê, Aktîvîstên TJA’yê, rêveberên TUHAY-DER’ê û gel tevlî civînê bûn. 

'ÊRÎŞ WÊ DÎSA BÊENCAM BIMÎNIN'

Hevseroka Paratiya Herêmên Demokratîk (DBP) ya Wanê Aynur Tarhan, wiha axivî:

“Danê vê sibê, hevseroka partiya me û Dayikên aştiyê jî tê de li dijî 7 hevalên me operasyoneke qirkirina siyasî hatiye pêkanîn û hevalên me bi awayekî derqanûnî hatine destgîrkirin.

Ev zordestiya hikumetê wê tu carî paşde gav li me neda avêtin. Em baş dizanin; beriya hilbijartinên xwecihî ji bo krîmînalkirina partiya me tên kirin. Lê ev operasyon çawa heta niha bê encam mane wê ji niha û şûnde jî encam negirin. Em ji gelê xwe re dibêjin ku divê serî li vê zordariyê netewînin. Emê teqez bi ser bikevin.”