Li Wanê nobeda demokrasiyê: Em ê bi berxwedanê bi ser bikevin

Li Wanê, nobeda demokrasiyê ku li dijî desteserkirina şaredariyan dest pê kir di roja 23'an de ye.

Nobedên demokrasiyê yên li dijî desteserkirina şaredariyên bajarên mezin ên Amed, Wan û Mêrdînê dest pê kirin di roja 23'an de ne. Çalakiya li Wanê li ber avahiya HDP'ê ya navçeya Rêya Armûşê pêk tê. Parlamenterên HDP'ê Mûazzez Orhan, Mûrat Sarisaç, Ayşe Surucu, Hasan Ozguneş, Hevşaredar Mûstafa Avci, rêveberên HDP'ê yên navçe û bajaran, hevşaredarên navçeyan, aktîvîstên TJA'yê, endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê tevlî bûn. Di çalakiyê de dirûşmên "Em mafdar in, em gel in, em ê bi ser bikevin", "Wan, Mêrdîn, Amed ên me ne", "Em ê bi berxwedanê bi ser bikevin" hatin qîrîn.

SARISAÇ: ÇALAKIYÊN ME WÊ BIDOMIN

Di daxuyaniyê de Parlamenterê HDP'ê yê Wanê Mûrat Sarisaç axivî û bi bîr xist ku berxwedana li dijî qeyûman 23 roj in didome. Sarisaç destnîşan kir ku çalakî heta çûyîna qeyûman wê bidomin.

Sarisaç got, "Çawa ku em heta niha li dijî desteserkirin û komkujiyan li ber xwe didin, em ê berxwedana xwe bidomînin."