Li Wanê nexweşên emeliyatkirî li korîdoran radizînin

Li Navenda Tibê ya Dursun Odabaşi ya Zanîngeha Yuzuncu Yılê ya Wanê nexweşên emeliyatkirî ji ber ku cihê lê razênin nîn e li korîdoran li ser kursiyan radizînin.

Li Wanê problemên tenduristiyê çareser nabin. Li Wanê ku hikûmeta AKP’ê propaganda dikir û digot ew ê sê nexweşxaneyan vekin, rewşa nexweşan kambax e. Li Seray Nexweşxaneya Dewletê tine, li Erdîşê nexweşxaneya ku ev 7 sal in tê gotin wê were vekirin hê jî nehatiye vekirin.

KAPASÎTE Û PAQIIJÎ TUNE

Polîtîkayên tenduristiyê jî yên AKP’ê îflas kirin. Dîmenên ku li Wanê hatine girtin nîşaneya vê ya herî baş in. Li Navenda Tibê ya Dursun Odabaşi ya Nexweşxaneya Perwerdehî û Lêkolînê ya Wanê rewşa nexweşan pir ne baş e.

Li nexweşxanê, ku tê îdîakirin xizmetê dide hemû bajarên herêmê, doktor têra nexweşxan nîn in, ji hêla paqijiyê ve jî rewşa wê pir xerab e. Wêneyên ku ji nexweşxanê hatine girtin rewşa nexweşxanê nîşan dide.

NEXWEŞ LI KORÎDORAN TÊNE RAZANDIN

Li nexweşxaneyê ji bo ku nivîn têra xwe nîn in nexweşên ku ji emeliyatê derdikevin li korîdoran têne razandin. Di wêneyan de ku li serwîsa çavan hatiye girtin, xuya dibe ku nexweşên ku ji emeliyatê derdikevin li korîdoran dimînin.

Rayedarên nexweşxaneyê, ku nexweşan bi hêviya mirinê ve dihêlin, îdîayan red dikin, dibêjin, hin kesên niyet nebaş van wêneyan par ve dikin.