Li Wanê li dijî polîsên Tirk û saziyên alîgirên hikumetê çalakî hatin kirin

Yekîneya Tolhildanê ya Şehîdên Feraşînê li dijî polîsên Tirk û saziyên alîgirên hikumetê gelek çalakî kir.

Yekîneya Tolhildanê ya Şehîdên Feraşînê daxuyaniyeke nivîskî weşand û got, “Em ê ji hemû alîgirên faşîzmê hesab bipirsin. Xweparastin tiştekî zanistî û serbixwe ye, ne li benda tu fermanê ye.”

Yekîneya Tolhildanê ya Şehîdên Feraşînê diyar kir ku li Wanê di navbera 16-21’ê Sibatê de wan ev çalakî kirine.

“16’ê Sibatê: Wesayît û dikana Serokê Komeleya Dinyaya Tirkan a Mezin a Wanê Nazmî Ozkan hate şewitandin.

19’ê Sibatê: Wesayîta Midûriyeta Xebitandian Daristanê ya Wanê hate şewitandin.

20’ê Sibatê: Li Kolana Mûşlûlar a Taxa Yenî ya Wanê avahiya Turk Telekomê hate şewitandin.

21’ê Sibatê: Bi çekên şexsî û teqemeniyên bi destan li polîsên li ser Rêya Şehîtlîkê ya Taxa Karşiyakayê ya Wanê hate xistin, polîsek birîndar bû.

21’ê Sibatê: Li ser Rêya Dibistana Sempasê ya Taxa Karşiyakayê rê hatin girtin, agir hate dadan û demeke kurt bi dijmin re şer hate kirin.

21’ê Sibatê: Li ser Rêya Demokrasî ya Bostanîçiya Wanê bi bombeyên dengan li polîsên dijmin hate xistin.”