Li Wanê li dijî desteserkirinê çalakiya nobetê hat destpêkirin

Li ber Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê, li dijî desteserkirinê nobeta edlaetê hat destpêkirin.

LI DIJÎ DESTESERKIRINÊ NOBETA EDALETÊ

Li Wanê li dijî desteserkirina Şaredariya Colemêrgê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) çalakiya nobetê hat destpêkirin. Di çalakiyê de ku li baxçeyê şaredariyê hat destpêkirin, pankarta li ser "Em rê nadin qeyûm, vîna gel nas bikin" nivîsandî hat daliqandin. Rêxistonên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) ên bajêr û navçeyê, Tevgera Jinên Azad (TJA), Komeleya Alîkariya bi Malbatên Girtî û Hikumxwaran re (TÛHAY-DER), MEBYA-DER, ARSÎSA, Platforma Ked û Demokrasoyê, endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê, rêxistinên civaka sivîl û gelek kes tevlî çalakiya nobetê bûn.

Hevserokê DEM Partiyê yê bajêr Veysî Dîlekçî ku di nobetê de axivî got: "Politikaya bingehîn a desthilata AKP-MHP'ê bêhiqûqîtî ye. Rejîma qeyûmtiyê jî, tê wateya esasngeirtina vîna gelê Kurd e. Em li vir bang li hemû muxalfetê û hiqûqnasan dikin. Qeyûmtî, li vî welatî krîza aborî ye. Qeyûm betalî û bêhiqûqîtî ye. Lewma divê qeyûmê tayinî Şaredariya Colemêrgê hatiye kirin neyê qebûlkirin. Qeyûm, tenê ne meseleya KLurdan e. Îro li gelek deverên welêt welatî xwe dikujin, ji ber ku nikarin debara xwe bikin. Wê ev bêhiqûqîtî îro sibe li tevahiya welêt belab bibe."

Dîlkeçî anî ziman ku qeyûman bi milyonan deyn li dû xwe hiştine û bang li her kesî kir ku li dijî qeyûman tevlî çalakiya nobetê ya li ber şaredariyê bibin.