Li Wanê li avahiyekê 5 hilbijêrên xeyalî

Îdîayên hilbijêrên xeyalî yên derbarê AKP'ê heftiya bihurî ketibûn rojevê, li Wanê, kesekî ku li qeydên hilbijêriyê nerî, dît ku li ser adrêsa wî navê 5 kesan derketiye.

Kesekî ku li navçeya Îpekyolu ya Wanê dijî û nexwest navê wî hişkere bibe,heftiya bihurî dema ku li qeydên hilbijêran neriye, dîbîne ku li avahiya ku lê dijî navê 5 kesan dibîne ku wan nas nake. Kesê navborî dema ku lê dipirse bê ka li avahiyê kesine wiha dijî yan na, tespît dike ku li avahiyê kesek wiha tine. Kesê navborî dibêje ew 5 kesên bi paşnavê Adiyaman nas nake û xwest ku qeyda van kesan were jêbirin.

Ev bûyera li Wanê, îdîayên 'hilbijêrên xeyalî yên AKP'ê'' ku heftiya borî ketibû rojevê bi bîra mirov dixe. Derketibû holê ku li navçeya Îpekyolu ya Wanê 7 hezar, li Tûşbayê 5 hezar û li Edremîtê jî 5.200 hilbijêr ji derve anîne. Ev bûyera 5 hilbijêrên ku li Wane najîn jî, van îdîayan piştrast dike.

Têkilî mijarê Berpirsa Karê Hilbijartinê ya Wanê ya HDP'ê Xecê Kiye got, li Wanê li gelek deveran ev taktîk hatiye bikaranîn. AKP li navçeyên ku teqez dizane wê bi ser nekeve, ji deverên ku hinekî li xurt e hilbijêran tîne û wiha dixwaze di hilbijartinê de bi ser bikeve. Kiye li dijî vê rewşê xwest ku hemû welatî şiyar bin û got, ''Gelê me divê li ser lîsteyên hilbijêran xebatan bike û rewşên wiha ji me re ragihîne.''