Li Wanê lehî rabû

Li Wanê ji ber barîna zêde ya baranê ku di tevahiya rojê dom kir de lehî rabû. Di encama lehiyê de ji 2 şiwanan agahî nayê wergirtin, bi dehan kes li herma lehiyê dorpêçkirî mane.

Li navçeyên Elbak û Qelqelî yên Wanê ji ber barîna zêde ya baranê lehî rabû.

Lehî li taxên Albayrak û Guzeldere yên Elbakê û taxên Sarikoy, Kaşikara û Yunkûşak ên Qelqeliyê rabû.

Ji ber lehiyê gelek kes li cihê ku lê bûn dorpêçkirî mane, gelek sewalên biçûk ji ber lehiyê ketine û mirine.

Xelk dibêje 2 şiwanên ku pez ji zozanan dianîn xarê  wenda ne, lê heya niha ti xebatek yê rizgarkirinê nehatiye destpêkirin.

Heya niha agahiyek zelal têkildarê zirarê canî nehatiye bidest xistin, ji saziyên fermî jî daxuyaniyek nehatiye dayîn.