Li Wanê lêhî: Gundî dixwazin herêmê bikin herêma afat

Li navçeyên Wanê ji ber karesata lêhiyê heta niha bi sedan donim zeviyên çandiniyê di bin avê de mane, sedan lawir telef bûne. Tevî karesata heyî, hikûmeta AKP’ê li navçeyên lêhî rabûbû ti gavek neyêavêtin.

Serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan berî du hefteyan çû herêma Rîze ya ku warê wî ye ku lêhî lê rabûbû, weke herêma afat îlan kir, li Wanê û navçeyên wê ku bi salan e erdhej û lêhî lê radibe, herêma afat îlan nekir. Wanê ya ku sala 2011’an erdhejek mezin çêbû, sala 2020’ê dîsa li Elbak erdhej pêk hat û 20 rojên herî dawî jî karesata lêhiyê lê da. AKP a li hemberî vê ti gavek navêje, li ser navçeyên ku HDP’ê ji sedî 80-90 deng bi dest xistî mîna polîtîkayên tolhilînê dikeve tevgerê û ceza dike.

Di erdheja 12’ê Sibata 2020’ê ya li Elkê pêk hat de Parlementerê AKP’ê yê Wanê Abdullhalat Avras çûbû cihê bûyerê, ji bo mexdûrên erdhejê ku daxwaz dikir ku herêm weke herêma afat bê îlankirin gotibû; ‘Hûn wiha bikin, ezê biçim; wê demê biça çiya bê xwedî li we derkeve.’ gef li gundiyan kiribû.

MAL HILWEŞIYAN, ZEVÎ MANE DI BIN AVÊ DE

Ji ber lêhiya 20 rojên dawî li gundên Elbak, Ebex, Qelqelî, Erdîş, Peyîzava heta niha 400 mal û sedan donim zevî di bin avê de mane. Nêzî hezar lawir jî telef bûne. Fikar hene ku lêhî bidomin. Heta niha gundî bi hewldanê xwe dixwazin xwe ji lêhiyê biparêzin.

‘DIXWAZIN HERÊMÊ BIKIN HERÊMA AFAD’

Gundiyên Esnnyamaç a Elbakê bûyerê vedibêjin.

Levent Şîmşek: Dîwarê li ber lêhiyê bi salan e nayê çêkirin, mala min rûxiya. Bi dehan carî serlêdan kir, lê ti encam derneket; encam li holê ye. Êdî şevê nikarin razin, di nobedê de ne. Em pir mexdûr bûne. Agahiya kesê ji me tine. 8 malên me di bin avê de mane. Daxwaz dikin ku hikûmet vê herêmê bike herêma afat.

‘DIBE MIROV BIMIRIN’

Kenan Şîmşek: 20 roj in dewletê serdana me nekiriye. Îro lawirên me telef bûn, sibe dibe em jî bimirin. Qeymiqam, walî û dewlet li kû ye? Ditisîn ku mirov jî jiyana xwe ji dest bidin. Ji Cejna Qurbanê û vir ve mala me di bin avê de maye.

MEXDÛR IN

Salih Yildiz Şukru: Ne sîgortaya mal û ne jî lawirên me heye. Wê piştî bûyerê bên herêmê kifş bikin û bêjin ‘Sîgortaya we tine’. Em mexdûr û perîşan in.

‘ZIYANÊN MEZIN GIHIŞTE ÇANDINÎ Û LAWIRVANIYÊ’

Deştan Şîmşek: Hemû zeviyên çandiniyê man di bin avê de. Li gel me mijara sîgortayê nîne. Dewlet jî ji bo pêşwazîkirina ziyanan şertê sîgortayê datîne holê. Ji Cejna Qurbanê û vir ve halê me ev e. 300 mihên min telef bûn. Gel li benda alîkariyê ye. Zeviyên çandiniyê û lawirvanî ziyanên mezin ber ketin. Piştî erdhejê û şûnde gelek welatî neçar man ku koç kirin, ji ber ku li vir malek wan nema ku lê bijî.