Li Wanê koma 6'an dest bi greva birçîbûnê kir

Li Wanê koma 6'an dest bi greva birçîbûnê kir, ku greva li Wanê 10'ê Nîsanê dest pê kiribû.

Ji bo ku xwedî li grevên birçîbûnê yên bi hezaran girtiyan derkevin, li Wanê 10'ê Nîsanê greva birçîbûnê dest pê kiribû. Greva birçîbûnê ya li Wanê bi koma 6'an berdewam dike.

'HETA KU TECRÎD RABE EZ Ê LI BER XWE BIDIM'

Seyfettîn Ertaş di da daxuyaniya çapemeniyê de ya têkilî destpêkirina greva birçîbûnê ya koma şeşan, bi bîr xist ku  Leyla Guven di roja 170'î de, girtiyên zindan jî ev 132 roj in grevên birçîbûnê yên ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan didomin.

Ertaş bi bîr xist ku li zindanan 7 hezar girtî di grevên birçîbûnê de û ji bo ku kesek nemire divê her kes deng derxîne. Ertaş got, ''Heta ku tecrîd rabe em ê li ber xw bidin. Tecrîd sûcê mirovahiyê ye, nehiqûqî ye.''

Nûrî Erol jî ku di koma şeşan de dest bi greva birçîbûnêkirî, berxwedêrên greva birçîbûnê slav kir û got, ''Daxwaza me ew e ku em di şexsê Leyla Guven de deng bidin grevên birçîbûnê yên bi hezaran kesî.''