Li Wanê ji siyasetmedarên Kurd re 10 sal cezayê girtîgehê

Hevşaredara Artemêtan Seîl Rojbîn jî di nav de ji bo 3 siyasetmedarên Kurd her yekê 10 sal cezayê girtîgehê lê hate birîn.

Rûniştina doza Hevseroka Şaredariya Artemêtê Sevîl Rojbîn, Hevserokê DBP ‘ê ya Artemêtê Abdulkerîm Batmaz, rêveberê DBP’ê Mehmet Batu, ji tîma çapemeniya Şaredariya Artemêtê Saleh Sertkal, Abdulkerîm Sayan û Aygûn Bîdan jê hatî darezandin pêk hat. Rûniştina doza li Dadgeha 2. a Girtîgeha Cezaya Giran ya Wanê ya hatî dîtin, Çetîn, Mehmet Batu, Batmaz û parêzerên wan tevil bûn.

Heyeta Dadgehê, Salil Serkal berdan û bi îdîaya ‘endamên rêxistinê’ 10 sal cezayê girtîgehê dan Çetîn, Batmaz û Batû.

Abdulkerîm Sayan û Aygûl Bîden yên ku xeber jê nayê sitandin dosyayên wan jî dozê hatin rakirin.