Li Wanê hejmara nexweşan zêde dibe

Li Wanê ji ber tevdîrên kêm ên li dijî vîrûsa koronayê hejmara nexweşan di nava çend rojan de gihîşt 380 kesî. Li gel zêdebûna hejmara nexweşan jî vekirina AVM û kûaforan bû sedema zêdebûna tirs û fikaran.

Li gorî daneyên fermî yên dewleta Tirk, li Wanê bi giştî 380 kes bi vîrûsa koronayê ketine û 8 kesî jiyana xwe ji dest dane, 44 kes jî di karantînayê de ne. Beriya niha li navçeyên Çaldiran, Elbak û Şaxê jî li hin gundan nexweşên bi vîrûsê hatibûn tespîtkirin.

28'ê Adarê li gundê Han ê navçeya Çaldiran ê Wanê, ji ber kesên ji Stenbolê hatin serdana sersaxiyê vîrûsa koronayê hatibû tespîtkirin. Li gundê Ormetaş ê navçeya Elbak a Wanê jî dîsa bi kesên ji Stenbolê hatibûn vîrûsa koronayê hatibû tespîtkirin. Li vî gundî piştre 60 kes bi vîrûsê ketibûn.

TEVDÎRÊN TÊRKER NAYÊN GIRTIN

Li Wanê ku bêtevdîrî di asteke bilind de ye, herî dawî li taxa Ortanca ya navçeya Rêya Armûşê ji ber konê sersaxiyê nexweşî belav bû. Li gundê Ortancayê di nava 2 rojên dawî de hejmara mirovên bi vîrûsê ketin gihîşt 93 kesî. Tê gotin, bi sedan kesên serdana sersaxiyê kirin li navenda Wanê û gelek gund û navçeyan belav bûne. Têkildarî van kesan heta niha kontroleke tenduristiyê nehatiye kirin.

VEKIRINA KARGEHÊN MÎNA AVM Û KÛAFORAN SEDEMA FIKARAN E

Li bajarên Tirkan hejmara nexweşên bi vîrûsa koronayê kêm dibe, lê belê li Wanê hejmar bi rengekî zêde bilind dibe ku ev yek jî dibe sedema fikaran. Bi taybetî li navenda Wanê û navçeyên wê, tê dîtin ku pîvana mesafeya civakî li tax û kolanan bi cih nayê anîn û gelek kes bêmaske digerin. Li Wanê li gel zêdebûna hejmara nexweşan jî vekirina AVM û kûaforan bû sedema zêdebûna tirs û fikaran.