Li Wanê hejmara kesên hatine destgîrkirin zêde dibin
Li Wanê serê sibê polîsan bi ser malan de girtin û 6 kes destgîr kiribûn. Hejmara kesên hatine destgîrkirin bû 13.
Li Wanê serê sibê polîsan bi ser malan de girtin û 6 kes destgîr kiribûn. Hejmara kesên hatine destgîrkirin bû 13.
Li navçeya Elbak a Wanê Rêveberê HDP’ê yê berê Necmî Firat û kesekî ku navê wî nehate zanîn, hatin destgîrkirin. Li navçeya Serayê jî Feyzî Bargin, Endamê Meclîsa Şaredariyê Cuzeyîr Ozkaplan, Mûrat Kaplan, li Ebexê jî Nîhat Temel û Suleyman Kaya hatin destgîrkirin.
Bi vî awayî hejmara kesên li Wanê hatien destgîrkirin bû 13 û ji bo 7 kesan jî biryara girtinê hate dayîn.
Kesên hatine destgîrkirin birin Şaxê TEM’ê yê Midûriyeta Emniyetê ya Wanê.