Li Wanê 6 kes hatin destgîrkirin

Polîsên Tirk li Çaldêranê ya Wanê bi ser 13 malan de girt û 6 siyasetmedar destgîr kirin.

Rejîma AKP'ê vê sibehê li gelek bajarên Kurdistanê operasyonên qirkirina siyasî bi ser Kurdan bir.

Hate gotin di terora polîsan de nêzî 100 kesî hatine destgîrkirin. Vna çar rojên dawî 250 kes hatin destgîrkirin.

Vê sibehê li Çaldêranê ya Wanê polîsên Tirk bi ser 13 malan de girtin û 6 kes hatin destgîr kirin. Hate gotin her wiha li 7 kesên din jî digerin.

Navê kesên ku deriyê wan hatin şikandin û destgîrkirin wiha ye: Haci Darak, Şahîr Topçu, Mustafa Kaya, Seyîthan Acar, Fevzî Uzunay û Şemsettîn Acar.

Hate gotin her wiha li Hevserokê Navçeyê yê HDP'ê Alî Îhsan Taş, rêveberên navçeyê Selamî Koç, Cengîz Koç, Farûk Trak, Nevzat Uzunay ne li malên xwe bûne.