Li Wanê eniya ‘NA’ mezin dibe

Hakki Cemal, AKP’yiyê berê û niha jî Hevserokê Tûşba yê DPB’ê got, bi hezar kesên weke wî ku berê AKP’yî bûn niha pişta xwe dane AKP’ê û di eniya ‘NA’ de ne.

Ber bi 16’ê Nîsanê ve eniya ‘na’yê mezin dibe. Hakki Cemal, ku berê AKP’yî bû û niha Hevserokê DBP’ê yê Tûşbayê ye got li Wanê bi hezaran kesên ku dengê xwe didane AKP’ê wê di referandûmê de bibêjin na. Cemal got ji ber komkujiyên Roboskê, Şengal û Rojava ji AKP’ê îstîfa kiriye, tiştên ku îro têne jiyîn ji yên duh ne cudatir in û got niha ew bi hev re eniya na xurt dikin. Cemal diyar kir ku ew pê şanaz e ku di nav têkoşîna azadî û demokrasiyê ya gelê Kurd de ye.

‘TIRKIYE XWEZIYA XWE BI PERGALA QRALTIYÊ TÎNE’

Cemal diyar kir ku bi guherîna destûrê re Tirkiye wê bi paş ve biçe û wiha got: ‘’Em dibînin ku aqilê dewletê yê li Tirkiyê xwezaiya xwe bi sîstema qraltiyê ya Rojhilata Navîn tîne û armanc ew e ku pergala yek zilamî ango qraltiyê ava bikin. Lê Tirkiye nikare sîstema yek zilamî ragire. Serokkomar wê bikaribe parlamentoyê ya ku 80 milyon însan hildibijere betal bike. Herwiha serokkomar wê bikaribe ji derve ji bo xwe alîkar diyar bike. Di rewşeke wiha de ku serokkomar bimire alîkar wê têkeve şûnê. Ango kesê ku gel hilnebijartiye wê têkeve şûnê.’’

‘JI BO XÊRA HER KESÎ NA’

Cemal diyar kir ku di referandûmê de hemû Kurd wê bibêjin, na û got, heke Kurd bibêjin erê ev tê maneya erêkirina zext, zilm, antî-demokrasiya li ser Kurdan. Cemal diyar kir ku di rastiyê de referandûm dengdana polîtîkayên heyî ye. Herî dawî jî wiha got: ‘’Li Tirkiyê hemû gel, bawerî di referandûmê de ku wê siberoja xwe bidin dengdan divê dengê nayê bi kar bînin.’’