Li Wanê di 4 mehan de 5 cenazeyên karkeran hatin

Ciwanên Kurd ku neçar têne hiştin li înşeatên ku ti ewlehî û kontrola kar tine têne xebitandin dibine goriyên kuştinên ser kar. Li Wanê van 4 mehên dawî  5 karkerên înşeatê mirin.

Li gel Adem Îşler ku li Spartayê  22'yê Mijdarê dema ku li ser înşeatê dixebtî ketî û miribû, van 4 mehên dawî cenazeyên 5 karkeran hatin Wanê. Di van du salên dawî de 25 karkerên înşeatê bûne goriyên kuştinên ser kar.

Nexasim dema ku avakirina înşeatan havîn û payizî dest pê dike gelek ciwanên Kurd, ji neçarî berê xwe didin welatê Tirkan, li bajarên mezin li înşeatan dixebitin. Ji ber polîtîkaya aboriyê ya ku dewleta Tirk mîna polîtîkaya dagirkeriyê li Kurdistanê dike ciwanên Kurd neçar dimînin ku biçin bajarên Tirkan û li înşeatên ku ti ewlehî û kontrala kar tine bixebitin û bibin qurbanê kuştina ser kar. Ciwanên Kurd bi heman dûrî welêt dixebitin yan bi seqetî vedigerin ser malên xwe an jî di tabûtan de tên.

Van 4 mehên dawî cenazeyê 5 karkerên Kurd hatin Wanê. Yek ji van ciwanan jî Adem Îşler ê 27 salî bû. Li Spartayê dema ku li înşeatê dixebitî, piştî ku piyê wî dişemite ji qata 6'an dikeve xwarê û dimire. Îşler zewicîbû û bavê 2 zarokan bû, ji ber ku li welatê wî kar nebû berê xwe dabû Spartayê. Îşer ku 22'yê Mijdarê bû goriyê kuştina ser kar li gundê Hesenevdal a Erdîşê bi zêmaran hate veşartin.

Van du salên dawî cenazeyê 25 karkeran hate Wanê.

5 karkerên Kurd ên ku bûne goriyê kuştina ser kar:

22'yê Mijdara 2018'an Adem Îşer (27) salî

13'ê Cotmeha 2018'an Erdal Olgun (31)

24'ê Tîrmeha 2018'an, Hantemîr Adiyaman.

23'yê Tîrmeha 2018'an Fatîh Yanmaz (25)

7'ê Tîrmeha 2018'An Ervan Naz ê 28 salî.