Li Wanê derbên giran li artêşa Tirk hate xistin

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê diyar kir ku di çalakiyên li Geliyê Masîro de ya li Wanê yek jê serbaz 10 leşker hatine kuştin û 6 leşker jî birîndar bûne.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê daxuyaniyeke nivîskî belav kir û têkildarî çalakiyên gerîlayan ên li Wan, Colemêrg û Mêrdînê ev tişt diyar kir:

“Artêşa Komara Tirkiyeyê ya dagirker di 23’ê Cotmehê saet di 04.30’an de li Wanê li Geliyê Masîro operasyonek daye destpêkirin. Hêzên dagirker qad bomberdûman kirine û bi 8 helîkopteran xwe bera qadê dane.

Sibehê saet di navbera 08.00 û 10.30’an de artêşa Komara Tirkiyeyê ya dagirker qad bomberdûman kiriye. Di vê bomberdûmanê de hevalê me Mawa gihiştiye şehadetê.

Piştî bomberdûmanê dema ku leşkerên dijmin xwestin ji bejahiyê bi pêş ve diçin hêzên me li wan dane. Di vî şerî de yek jê serbaz 6 leşker hatine kuştin û 6 leşker jî birîndar bûne.

Di vî şerî de hevalê me Ronî li dijî dijmin şerekî qehremanî kiriye û bi awayekî giran birîndar bûye. Piştî birîndarbûnê ji bo ku nekeve destê dijmin bombeya xwe bi xwe teqandiye û gihiştiye şehadetê.

Hêzên dagirker piştî ku derbên giran xwarine ji qadê vekişiyane. Piştî demeke din dîsa xwestine têkevin qadê û hêzên me 2 caran li wan dane. Di vî şerî de jî 4 leşker hatine kuştin.

Piştî çalakiyên bi bandor ên hêzên me, operasyona dagirker di heman rojê de saet di 17.30’an de bi paş ve hatiye kişandin.

LI MEHSERTÊ GERÎLAYAN LEŞKER XISTIN BIN KONTROLA XWE

24’ê Cotmehê artêşa Komara Tirkiyeyê ya dagirker li Mehsertê ya Mêrdînê li 12 gundan qedexeya derketina derve ragihand û li qada bejahiyê operasyon da destpêkirin. Heman rojê saet 06.00’an hêzên me li nêzî gundê Kunê yekîneyeke dijmin a operasyonê kir kontrola xwe. Piştî ku demekê di kontrolê de hişt saet 08.00’an ji nêz ve derb li wan xistine. Di encama vê derblêxistina serkeftî de diyarbûyî 1 leşker hate kuştin û 2 leşker birîndar bûn. Piştî çalakiyê helîkoptêra skorskyê mirî û birîndarên leşkeran rakirin. Yekîneya me ya ku çalakî kirî bi rengekî saxlem gihaştin cihê xwe.

ÇALAKIYA LI GIRÊ BAYÊ

Di nav çarçoweya qonaxa duyemîn a Pêngava Şoreşger a Şehîd Bedran Gundikremo û Şehîd Nalîn Mûş de hêzên me 25’ê Cotmehê saet 10.15’an li Geverê, bi ser girê Bayê de çalakiyek li dar xist. Di vê çalakiyê de ku mewziyên dijmin di bin gulean de man diyarbûyî 1 leşker hate kuştin. Piştî çalakiyê hêzên dagirker qad dane ber obûs û hawanan.

24’ê Cotmehê saet 16.30’an hêzên me yên YJA Starê bi ser qereqola Serbest a Qilebanê ya Şirnexê de çalakiyeke suîqastê kirine û di encamê de 1 leşker hatiye kuştin.

23’yê Cotmehê artêşa Komara Tirkiyeyê ya dagirker li qada Esendere ya Geverê ya Colemergê operasyon dane destpêkirin, 25’ê Cotmehê bê encam vekişiyaye.

20’ê Cotmehê artêşa Komera Tirkiyeyê ya dagirker li qada Findikê ya Gebar a Şirnexê operasyon daye destpêkirin û 22’yê Cotmehê bê encam vekişiyaye.

25’ê Cotmehê di navbera saet 16.30’an û 19.30’an de artêşa Komara Tirkiyeyê ya dagirker bi balafirên şer mintiqeya Şehîd Rûstem a herêma Zapê ya Qadên Parastinê ya Medyayê bombe kiriye.

Nasnameya hevalên me yên şehîd wisa ne:

Nasnav: Mawa Torî
Nav û Paşnav: Mucahît Akgun
Cihê Jidayikbûnê: Îdir
Navê Dayik - Bav: Fatma – Abdulbahrî
Dem û Cihê Şehadetê: Wan / 23’ê Cotmeha 2017

Nasnav: Ronî Aşkan
Nav û Paşnav: Taner Kaçak
Cihê Jidayikbûnê:Wan
Navê Dayik - Bav: Xalya - Yûnûs
Dem û Cihê Şehadetê: Wan / 23’ê Cotmeha 2017