Li Wanê bi qeyûman xebatên cemeatan zêde bûn

Piştî ku AKP'ê dest li ser şaredariyên HDP'ê danî xebatên cemeatên nêzî AKP'ê û diyanetê zêde bûn.

Piştî ku AKP 2002'an hate ser kar di serî de li Wan, Agirî û Belîsê li gelek bajarên Kurdistanê xebatên cemeatan zêde bûn. Heta salên 90'î bi Hîzbûllahê û heta 2016'an bi cemeata Gulen baweriya dînî ya mirovan hate bikaranîn. Niha jî AKP qad ji Menzîlî, Silêmanî, ÎHH, ÎHYA-DER, Başak-dDer, Nakşibendiyan re vekiriye. Ev rêxistin û cemeat hem li dibistanan û hem jî li mizgeftan xebatan dikin. Ev kom li dibistanan baweriya zarokan bi kar tînin.

Piştî ku AKP dest li ser şaredariyê HDP'ê danî li Wan, Colemêrgê bi desteka dewletê xebatên cemat û Diyanê zêdetir bûn, rayedarên bi ser Diyanetê ve li Wanê bi navê ''Perwerdehiya Qursa Quranê'  civîn û xebatên siyasî dikin.

Piştî civîna li Wanê heman heyeta diyanetê û komikên din çûne Colemêrgê. Piştî civînan hate gotin Seroktiya Karê Diyanetê wê xebatên bi vî rengî bidomînin û biryar standine ku qaadê ji kesî re nehêlin.

Ev komeleyên ku li Wanê xebatan dikin 2014'an dema ku DAÎŞ'ê êrîş bi ser Kobanê de birî her cure destek dabûne DAÎŞş'ê, zarok û ciwanÊn ku li van qursan perwerde kirin işandina DAÎŞ'ê. Berpirsê DAÎŞ'ê yê Wanê Fatî Barût û 17  DAÎŞ'î li dadgehê hatin berdan, briaye wî Ahmet Barut jî li girtîgehê qerdiyanî dikir.