Li Wanê bi hezaran kes li Qada Newrozê ne
Li Wanê bi beşdariya bi hezaran kesan pîrozbahiyên Newrozê didomin.
Li Wanê bi beşdariya bi hezaran kesan pîrozbahiyên Newrozê didomin.
Pîrozbahiya Newrozê ya Wanê piştî rêzgirtinê Alîkarê Hevserokatiya Giştî yê HDP’ê Nadir Yildirim, Berdevkê Heyeta Îmraliyê Sirri Sureyya Onder, Wekîla Hevserokatiya Giştî ya DBP’ê Gulcihan Şimşek, Hevserokên Bajarê Wanê yên HDP’ê Yakûp Ataş û Gulistan Orhan, Hevserokê Bajarê Wanê yê DBP’ê Ahmet Aygun, Parlementerên HDP’ê yên Wanê Bedîz Ozgokçe Ertan û Adem Geverî û Hevşaredara kevn a Artemêtê gel silav kirin.
Hevserokê Bajarê Wanê yên HDP’ê Yakûp dest bi axaftina pêşîn kir û got, Newroz roja azadiyê ya gelan e û rastiya gelê ku ligel qedexekirinan dev ji azadiya xwe bernedaye, îro ev tişt dîsa derxistiye holê.
Pîrozbahiyên Newrozê, bi muzîkê didome.