Li Wanê 'Bendên tirsê' ji nû ve têne danîn

Desthilatdariya AKP-MHP'ê dora avahiya şaredariyên desteserkirî careke din bi bendên ji beton dipêçe.

Piştî ku berxwedana xwerêveberiyê dest pê kir, li derdora hemû avahiyên qeymeqamtî, saziyên cemaweriyê û bi taybetî şaredariyên ku qeyûm lê hatine bicihkirin ên li bajarên Kurdistanê bendên betonê hatin danîn.

Her çendî dibêjin wan tedbîrên ewlehiyê bi vî awayî girtine jî, lê armanca sereke ew bû ku bi temamî têkîliyên şaredariyan bi gel re bibirin û di heman demê de îhaleyan bidin alîgirên xwe.

Qeyûm-walî Ozan Balci yê ku par havînê li Wanê hate bicihkirin, dabû xuyakirin ku  karê destpêkê wê bendên betonê yên li ber şaredarî û walîtiyê bên rakirin. Qeyûm-walî Ozan Balci 3 roj piştî tayîna wî ferman da ku benden hesinî yên li dora şaredarî hatine danîn bên rakirin û ji bo gelê Wanê li baxçê rûnên kursî bên danîn. Bendên betonê yên li derdora avahiya xizmetê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê ya li Taxa Seyît Fehîm Arvasî ya navçeya navendî Rêya Ermûşê ku hatibûn danîn, bi amûrên înşaetê û vînçê hatin rakirin. Beriya niha jî bi fermana Walî Balcî bendên li pêşiya şaredariyên navçeyên Rêya Ermûşê û Ebêxê hatin rakirin.

HEM TIRS Û HEM JÎ RANT

Nayê zanîn ku çêkirina van bendên betonê ku bi milyonan lireyî lêçûne çi pê hatine, lê piştî tirsa çalakiya Mersînê ya rojên bihurî pêk hat û serdana Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylû ya Wanê, qeyûm-walî ji bo ji nû ve bendên betonê bên danîn kete nava liv û tevgerê. Serokatiya Daîreya Çêkirin û Temîrkirina Rêyan a Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê, di nameya ku ji "Ji bo serokatiyê" re nivîsî de, xwest "Kirîna Betonên Bendên Ewlehiyê" pêşkêşî îhaleyê bê kirin. “Kirîna Betonên Bendên Ewlehiyê” Li gorî xala 21/F ya Qanûna Îhaleyê ya bi hejmara 4734'an îhaleyê pêşkêşî we dikim."