Li Wanê 9 kes hatin destgîrkirin
Li navçeya Sarayê ya Wanê, hêzen çekdar ên Tirk avêtin ser gundên Orenbûrç û Karahîsarê. 9 kes li her du gundan hatin destgîrkirin.
Li navçeya Sarayê ya Wanê, hêzen çekdar ên Tirk avêtin ser gundên Orenbûrç û Karahîsarê. 9 kes li her du gundan hatin destgîrkirin.
Hêzên çekdar ên Tirk li gundên Orenbûrç û Karahîsar ên navçeya Sarayê avêtin ser malan û bi îdîaya "endametiya rêxistinê", Arafat Gîderouglû, Nîhat Ayan, Selîm Gonul, Îran Dûmanli, Ahmet Buyuk, Kadrî Dûraner, Seyîthan Bargir, Mehmet Şîrîn Kiliçogûllari û kesekî navê wî nehate zanîn destgîr kirin.
Nayê zanîn kesên hatine destgîrkirin bi ku ve birine.