Li Wanê 8 siyasetmedar hatin girtin

Li Wanê Hevserokê Bajêr ê DBP’ê yê Wanê jî di nav de 8 siyasetmedar hatin girtin.

Li Wanê 8 siyasetmedarên ku di nav wan de Hevserokê Bajêr ê DBP’ê Ahmet Aygun jî hebû, hatibûn girtin.

Di 11’ê Gulanê de polîsan avêtin ser malan û avahiya DBP’ê ya li Îpekyolû ya li Wanê û 12 kes binçav kiribû û îfadeya wan a dozgeriyê ya 12 kesan a li Dadgeha Wanê qediya.

Ji nav van kesan Ozgur Bûlût îfadeya wî ya dozgeriyê hat stendin û 11 siyasetmedarên din jî sewqî dadgehê hatin kirin.

Rojnamevan Serhat Yarûk, Endama Meclîsa Jinan a DBP’ê Dêrsim Ak û Şengul Bozdemîr a ku Hevseroka Komeleya Rojava bû ya ku bi BHQ’ê hatibû girtin û Hevberdevka KCD’ê ya Wanê bû, bi şertê kontrola adlî hatin berdan.

Hevserokê Bajêr ê DBP’ê Ahmet Aygun, Rêveberê Bajêr ê DBP’ê Necmî Varhan, Berdevkê Wanê yê KCD’ê Ramazan Dûman, Endama Meclîsa Jinan a DBP’ê Miyaser Çelîk, Hevseroka berê ya TUYAD-DER’ê Aynûr Bagiş, Endamê Meclîsa Partiyê ya DBP’ê Bariş Koyûn, Hevserokê DBP’ê yê Îpelyolû yê berê Alattîn Daghan û Rêveberê Bajêr ê DBP’ê Îlyas Başak bi beyanên şahidên nepen bi sedema “endamtiya rêxistinê” hatin girtin.

Hat diyarkirin ku 8 siyasetmedarên hatin girtin wê bişînin Girtîgeha Tîpa T a Wanê.