Li Wanê 8 çeteyên DAIŞ’ê hatin berdan

Li Wanê nasnameya 8 çeteyên DAIŞ’ê yên ji beriya 4 mehan hatibûn girtin ji aliyê dadgehê ve hatin berdan, eşkere bûn.

Hevşardarê Bajarê Mezin ê Wanê Bekir Kaya û Hevserokê DBP’ê yê bajêr Ahemet Aygun ên di nava hefteyê de ji aliyê dadgehê ve biryara domandina girtina wan hate dayîn,  ji doza DAIŞ’ê ya ku li 4.Dadgeha Cezayê Giran destpê kir jî, 8 kesên Fatîh Barût ê weke berpirsê Wanê tê zanîn jî di nav de hatin berdan.

Îbrahîm Karakaş, Mehemt Mamûk, Şîar Mamûk, Omer Onay, Hanîfî Onay, Mehemet Fatîh Barût, Atîlla Akyel, Yavûz Yolcûdag ên bi îdîaya çeteyê DAIŞ’ê girtî bûn, li dadgehê bê ku şertê kontrolekê hatin berdan.