Li Wanê 7 kesan li dijî tecrîdê greva birçîbûnê dan destpêkirin

Ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û ji bo piştgiriya çalakgerên greva birçîbûnê li Wanê 7 kesan dest bi greva birçîbûnê kirin.

Li avahiya navçeyê ya HDP’ê gelek kes hatin ba hev û daxuyanî dan. Xizmên girtiyan, endamên HDP û DBP’ê û nûnerên saziyan tevlî daxuyaniyê bûn.

Di daxuyaniyê de parlementera Wanê ya HDP’ê Mûazzez Orhan bal kişand ser çalakiya Leyla Guven a ku 155 roj in di greva birçîbûnê de ye.

Orhan diyar kir ku ew ê 3 rojan greva birçîbûnê bidin destpêkirin û got ku “Em bang li rayedaran dikin. Tecrîd sûcekî mirovayetiyê ye. Ji bo balkişandina tecrîdê 7 kesan dawî li jiyana xwe anîn lê rayedarên dewletê hê jî naxwazin gavekê biavêjin. Em bang li hemû hêzên demokratîk û çînên civakê dikin ku bila guh bidin van qîrînan û ji bo rakirina tecrîdê bila têkevin nav hewldanan.”

Piştî daxuyaniyê 7 kesan bi berdilkên ‘Bila tecrîd were rakirin û Leyla bijî’ dest bi greva birçîbûnê ya 3 rojan kirin.