Li Wanê 3 hevşaredar hatin girtin
Ji hevşaredarên li Wanê hatibûn destgîrkirin 3 jê hatin girtin, 3 jî bi şertê kontrola edlî hatin berdan.
Ji hevşaredarên li Wanê hatibûn destgîrkirin 3 jê hatin girtin, 3 jî bi şertê kontrola edlî hatin berdan.
Ji hevşaredarên di 6'ê Kanûnê de li Wanê di avêtina ser malan de hatin destgîrkirin Hevşaredarê Bêgirê Yilmaz Şalan, hevşaredarên Qelqeliyê Dîlan Orencî û Yakûp Almaç hatin girtin û Hevşaredarê Elbakê Erkan Acar û Hevşaredara Bêgirê Leyla Balkan jî bi şertê kontrolkirina edlî hatin berdan.
Di 6'ê Kanûnê de polîsan avêtibû ser malên hevşaredarên navçeya Bêgiriyê, hevşaredarên Qelqelî û Elbakê yên Wanê.
Ji hevşaredarên bi îdîaya "endamtiya rêxistinê" û "propagandaya rêxistinê" hatin destgîrkirin Hevşaredarê Bêgiriyê Yilmaz Şalan, hevşaredarên Qelqeliyê Dîlan Orencî û Yakûp Almaç hatin girtin û Hevşaredarê Elbakê Erkan Acar û Hevşaredara Bêgirê Leyla Balkan jî bi şertê kontrolkirina edlî hatin berdan.
Hevşaredarên hatin girtin birin Girtîgeha Tîpa T a Wanê.