Li Wanê 17 kes hatin destgîrkirin
Li Wanê û navçeyên wê di serdegirtina malan de siyasetmedarên Kurd jî di nav de 17 kes hatin destgîrkirin.
Li Wanê û navçeyên wê di serdegirtina malan de siyasetmedarên Kurd jî di nav de 17 kes hatin destgîrkirin.
Hêzên Tevgera Taybet a Polîsan û Têkoşîna li dijî Terorê serê sibehê deriyê malan şikandin û avêtin ser malan. Di encamê de 17 kes destgîr kirin.
Li gorî agahiyan Cengîz Temûr û Erhan Borak jî di nava kesên hatine destgîrkirî de ne.
Kesên destgîr kirin birin Midûriyeta Emniyetê ya Wanê.