Li Wanê 12 kes hatin destgîrkirin
Di serdegirtinên malan de ku li navçeyên Erdîş û Bêgirî hatin kirin, 12 kes hatin destgîrkirin.
Di serdegirtinên malan de ku li navçeyên Erdîş û Bêgirî hatin kirin, 12 kes hatin destgîrkirin.
Danê vê sibê li gundên navçeyên Erdîş û Bêgirî yên Wanê dîsa polîsên dewleta Tirk a dagirker avêt ser malan. Çeteyên Tirk ên bi navê JOH'ê deriyê malan şikandin, ketin malan û 12 kes destgîr kirin.
Li gorî çavkaniyên herêmî di vê serdegirtina operasyonên qirkirina siyasî de li Erdîşê welatiyên bi navê Nîhat Macît, Kiyasettîn Ulugana, Îbrahîm Yilmaz, Ayten Yardimci, Adem Sala û 5 kesên navê wan nayê zanîn, li Bêgiriyê jî welatiyên bi navê Osman Başak û Cemîl Gezer hatine destgîrkirin.