Li Wanê 11 kesên greva birçîbûnê hatin destgîrkirin
Polîsên Tirk li Wanê bi ser avahiya bajêr a HDP'ê de girtin û 11 kesên ku li dijî tecrîdê di greva birçîbûnê de bûn destgîr kirin.
Polîsên Tirk li Wanê bi ser avahiya bajêr a HDP'ê de girtin û 11 kesên ku li dijî tecrîdê di greva birçîbûnê de bûn destgîr kirin.
Polîsên Tirk dîsa êrîş birin ser çalakiya greva birçîbûnê ya ku li Wanê koma 4'an dest, li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dabûne destpêkirin.
11 kesên di greva birçîbûnê de bi serdegirtina polîsan hatin destgîrkriin.
Di serdegirtina polîsan de, Hevşaredara HDP'ê ya Edremîtê Rojbîn Sevîl Çetîn jî di nav de 11 kesên ku hatin destgîkriin birin Midûriyeta Emniyetê.