BI DÎMEN

Li Tebqayê rewşa dawî: QSD lê dide, DAIŞ diperpite!

Operasyona rizgarkirina Tebqayê, ku Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) di şeva 21'ê Adarê de dan destpêkirin, di roja 32'an de ye.

Li bajarê Tebqayê, ku şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) gav bi gav bi pêş ve diçin, dor li çeteyên asê man e, teng dibe. Çete ji bo xwe ji vê rewşa asê ma ye rizgar bikin, duh careke din êrîş kirin.

DAIŞ'ê êrîşa herî mezin duh saet di 05.00'an de kir. Li başûrê Tebqayê li gundên Ayid Kebîr û Cub El-Ebû Cabir, dîsa li başûr-rojavayê Balefirgeha Leşkerî û gundên Icêl, li rojhilatê bajêr gundên Îbad, Safsafah û Sahil El Xeşeb êrîşên giran anîn ser çeperên QSD’ê.

Ji ber ku duh firtona xîzê hebû û mesafeya dîtinê heya 5 metreyan kêm bû, DAIŞ'ê xwest ji vê yekê sûdê werbigire. Lê li gel şert û mercên hewayî yên nebaş jî QSD bi hişyarî tevgeriya û bersiv da êrîşên giran.

Şervanên QSD'ê rê li çeteyan birîn û nehiştin çepera li derdora Tebqayê hatiye avakirin bê şikandin. Şerê ku saet di 05.00 de sîng bi sîng dest pê kir, heya saet 22.00 bê navber dewam kir. Di encamê de çeteyan derbên giran xwarin.

DIXWAZIN JI BAJÊR BIREVIN

Çeteyan ji bo ku xwe ji vê rewşa asêmayî rizgar bikin û serçeteyên xwe ji Tebqayê birevînin li başûrê bajêr bi hemû hêza xwe êrîşî gundên Ayid Kebîr û Cub El-Ebu Cabir kirin. Di vê êrîşê de çeteyan derbên giran xwarin û ji bajêr teqwiye xwestin. Şervanên QSD'ê li nêzî gundên Ayid Kebîr, li wesayitên teqwiyeyê xistin û wesayiteke cebilxane barkirî û 2 wesayitên leşkerî hatin derbekirin. 2 wesayitên çeteyan ên Toyota jî bi çalakiya sabotajê hatin îmhakirin.

Li dora gundên Ayid Kebîr û Cub El-Ebu Cabir di şer de yek jê serçete 3 çete hatin kuştin. Piştî êrîş hat şikandin, şervanan 3 cenazeyên çeteyan, yek RPG (B-7) roketavêj û 5 roketên wê, 3 kaleşnîkof, 2 rext, yelekekî xwekujiyê û hin cebilxane rakirin.

ENIYA ROJHILAT

Li rojhilatê Tebqayê jî çeteyan xwest ji firtoneya xîzê sûd werbigirin û bikevin gundên Ibad, Safsafah û Sahil El-Xeşab. Lê li vir jî derbeke giran xwarin û 10 çete hatin kuştin. 2 wesayitên çeteyan jî bi mayinên ku şervanan li rê bi cih kiribûn qelibîn û îmha bûn. Wesayiteke çeteyan jî kete destên şervanan.

DERDORA BALAFIRGEHÊ

Li derdora Balefirgeha Leşkerî ya li başûrrojavayê bajêr û gundê Icêl ku li başûrê bajêr e jî çeteyan êrîşên hemwext pêk anîn. Di vî şerê giran de 2 jê serçete 24 çete hatin kuştin. Cenazeyên 2 jê serçete 17 çeteyan ketin destên şervanan. 7 cenaze jî çeteyan ji qada şer hatin revandin. Di encamê de yek RPG (B-7), çekeke Lawê ku aîdê Tirkiyeyê ye, 8 kaleşnîkof, 2 BKC, 2 lûleyên balafirşikên, 2 bombeyên destan, 3 cîhazên dîjîtal yên muhabereye, texsiyek, motorbiskilêtek, 3 mînîbus WANN hatin desteserkirin

ENIYA ROJAVA

Şervanên QSD'ê li aliyê rojava jî 5 çete kuştin û yek jî bi saxî girtin. 2 wesayitên çeteyan jî li vî milî hatin îmhakirin û yek RPG (B-7) roketavêj û 5 mermiyên wê û 3 kaleşnîkof hatin  desteserkirin.

BALAFIRÊN HÊZÊN KOALÎSYONÊ LI ÇETEYAN DAN

Hêzên Koalîsyona Navneteweyî jî bi balafiran piştgirî da şervanên QSD'ê. Li bajêr çeperên çeteyan bi 7 êrîşên hewayî bûn hedef. Di encama bombebaranê de 30 çete hatin kuştin û wesayiteke doçka, yek Hammer û minibûseke bi tîma WANN hate îmhakirin.

2 ŞERVAN ŞEHÎD BÛN

2 şervanên QSD'ê ku di şikandina van êrîşên giran de bi roleke girîng rabûn, şehîd bûn û 4 şervan jî birîndar bûn.

Şervanên QSD'ê êrîşên giran şikandin û di nava Tebqayê de bi pêş ve diçin.