Li taxa derketina derve lê hat qedexekirin, 15 malbat birin mala sersaxiyê
Piştî ku li taxa Şutê ya navçeya Stewr a Mêrdînê derketina derve hat qedexekirin, gelek leşker li herêmê hatin bicihkirin. Leşkeran 15 malbat li mala sersaxiyê kom kirin.
Piştî ku li taxa Şutê ya navçeya Stewr a Mêrdînê derketina derve hat qedexekirin, gelek leşker li herêmê hatin bicihkirin. Leşkeran 15 malbat li mala sersaxiyê kom kirin.
Piştî ku li taxa Şutê ya navçeya Stewr a Mêrdînê derketina derve hat qedexekirin, bi 5 helîkopteran leşker li herêmê hatin bicihkirin. Li vê taxê, ku bi qasî 170 malbat dijîn, ji Mizgefta Kevn anons hat kirin û at ragihandin ku derketina derve "qedexe" ye. Leşkerên ku li gelek malan lêgerîn kirin, 15 malbat li Mala Sersaxiyê ya Şutê li hev kom kirin.
Şêniyekî taxê raghand, piştî lêgerîna li 15 malan, deriyê malan vekirî hatine hiştin, sewalên van malan li naverastê hatine hiştin û got, "Zarok, extiyar, ciwan, jin her kes li mala sersaxiyê kom kirin. Mala sersaxiyê mezin e, lê gelekî sar e. Ji bo zarok û extiyaran nabe, zehmet e. Em nizanin bê çima birine û wê heta kengî li mala sersaxiyê bin. Deriyên malên van malbatan vekirî hiştin. Leşker li piraniya van malan bi cih bûne."