Li Sûrê teqîn: Jinek birîndar bû

Li taxa Îskenderpaşa ya navçeya Sûrê, ji ber teqîna cismekî li hewşa malekê, jinek bi giranî birîndar bû.

Li navçeya Sûr a Amedê, ku dewleta Tirk hildiweşîne, li hewşa malek li kolana Telgraf a li kêleka mizgefta Hanzele ya taxa Îskenderpaşayê, ji ber teqîna cismekî jinek bi giranî birÎndar bû. Mirovên li herêmê jina birîndar rakirin nexweşxaneyê.

Jina navborî, danê sibehê dît ku tiştek avêtine hewşa wê û xwest rahêje vî cismî. Lê belê teqînê rû da milên wê jê bûn. Jina birîndar bi ambûlansê birin Nexweşxaneya Dewletê ya Selahattîn Eyyûbî û niha li servîsa lezgîn e.