Li Sûrê hilweşandinê dîsa dest pê kir, polîsan êrîş bire ser gel
Li taxên Alîpaşa û Lalebeyê kepçeyan dest bi hilweşandina xaniyan kirin. Gel li pêş kepçeyan rawestiya, lê polîsên Tirk êrîş bire ser gel.
Li taxên Alîpaşa û Lalebeyê kepçeyan dest bi hilweşandina xaniyan kirin. Gel li pêş kepçeyan rawestiya, lê polîsên Tirk êrîş bire ser gel.
Li navçeya Sûrê ya Amedê, kepçeyan bi fermana Wezareta Derdor û Bajarvaniyê li taxên Alîpaşa û Lalebeyê, li Meydana Dêrê dest bi hilweşandina xaniyan kirin. Wesayitên DÎSKI'yê jî ji bo ku avê bibirin hatin taxan. Polîsên Tirk dor li taxan girtine. Gel jî li ber hilweşandinê rabû. Polîsan êrîş bire ser gel ku dixwestin hilweşandinê rawestîne. Gel jî bi keviran bersiv da.
Li taxê rageşî didome.
#Diyarbakır’ın #Sur ilçesi Alipaşa ve Lalebey mahallelerindeki polis ve zırhlı araçların eşlik ettiği yıkım başladıhttps://t.co/W7dCzvVKBT pic.twitter.com/wadUNDOXC8
— dihaber (@dihaberturkce) 23 Mayıs 2017