Li Sûrê endamtiya meclîsê ya 6 HDP’yiyan hate desteserkirin

Li Şaredariya Sûrê endamtiya meclîsê ya 6 HDP’yiyan ji aliyê AKP û MHP’ê hate desteserkirin.

Hevşaredarên Navçeya Sûrê ya Amedê Fîlîz Bûlûttekîn û Cemal Ozdemîr di 21’ê Kanûnê de hatibûn girtin û qeyûm tayînî şûna wan hatibû kirin. Piştî girtina hevşaredaran niha jî endamên Meclîsa Şaredariyê ji wezîfeyê hatin dûrxistin. Ji 21 endamên HDP’yî 6 endamên HDP’yî bi angaşta “endamtiya rêxistinê” derbarê wan de lêpirsîn hatine destpêkirin û doz hatine vekirin, ji wezîfeyê hatin dûrxistin.

Li gel hevşaredar Cemal Ozdemîr, endamên Meclîsê yên ji peywîrê hatine dûrxistin wiha ne: Sevîm Coşkûn, Rûşen Tayfûn, Halîme Akyol, Mursel Erel û Yilmaz Eken.