Li Sûrê dîwar hilweşiya, karkerekî jiyana xwe ji dest da
Li Sûrê di dema karê restorasyona li avahiyên dîrokî de dîwarek hilweşiya. Karker Abdulkadîr Komur di bin dîwar de ma û jiyana xwe ji dest da.
Li Sûrê di dema karê restorasyona li avahiyên dîrokî de dîwarek hilweşiya. Karker Abdulkadîr Komur di bin dîwar de ma û jiyana xwe ji dest da.
Li navçeya Sûrê ya Amedê Abdulkadîr Komur (53) ê li şantiyeya restorasyona li Kolana Koprulu ya Taxa Savaşê dixebitî, di dema bêhnvedanê de dîwar bi ser wî ve ket.
Karker Abdulkadîr Komur jiyana xwe ji dest da û cenazeyê wî rakirin morga Nexweşxaneya Selahaddîn Eyyûbî.