Nûçeya Lezgîn: Ji Rêber Apo banga dîrokî

Li Siwediye ya Rojava 48 çete hatin kuştin

Êrîşên çeteyên DAIŞ'ê yên li dijî gundê Siwediye ya Rojava ji aliyê şervanên Odeya Çalakiyê ya Xezeba Firatê ve hatin têkbirin. Di vî şerî de 48 çete hatin kuştin.

Çeteyên DAIŞ'ê, roja 18'ê Çileyê bi hejmareke zêde û çekên giran êrîşî gundê Siwediye ya Rojava kirin, ku ev gund bi qasî 4 kîlometreyan ji gundê Caber a Rojhilat wêde ye.

Şervanên Odeya Çalakiyê ya Xezeba Firatê di cih de bersiv da êrîşa çeteyan û 2 rojan şerekî dijwar li vê herêmê qewimî. Şervanên Odeya Çalakiyê, danê sibehê êrîşên çeteyan têk birin.

Li gorî agahiyên ji rayedarên QSD'ê hatin wergirtin, di vî şerî de 48 çete hatin kuştin û 12 cenazeyên çeteyan ketin destê şervanan.

Di şer de panzerek, wesayîteke leşkerî, qemyonek bombebarkirî ji aliyê şervanan ve hatin rûxandin.

Her wiha du wesayîtên zirxî, wesayîteke leşkerî, çekek B7, doçkayek 12,5 û du motorsîkletên çeteyan ketin destê şervanên Odeya Çalakiyê.