Nûçeya Lezgîn: Ji Rêber Apo banga dîrokî

Li Şirnexê hebûna me ya dîrokî çandî tê tinekirin!

Bi dehan avaniyên dîrokî çandî yên li Şirnexê ku di demeke nêz de neyên parastin, wê beşeke girîng a hebûna me ya kulturî tine bibe.

Gelek avaniyên dîrokî çandî yên li Şirnexê ji ber ku neketine ber parastinê li ber talokeya nemanê ne. Bi dehan avaniyên me yên kulturî yên weke Mederseya Feqiyê Teyran, Xirbeyên Qesrikê,  pira kevirîn a Bazebdê, Keleha Finikê, medreseya li Bastrîtê li ber nemanê ne.

MEDRESEYA FEQIYÊ TEYRAN Lİ BER NEMANÊ YE

Rewşa Medreseya Feqiyê Teyran a li gundê Keraşînê ya di navbera Cizîrê û Basanê ye, malkambax e: Medreseya ku ji hêla fîlozof û yekem nûnerê wêjeya gel a tesavûfê Feqiyê Teyran ve hatî damezirandin ji ber sersariyê hilweşiya.

Darbeya herî mezin ku ji hêla Wezareta Kultur û Turîzmê, Hebûnên Kulturî û Midûriyeta Giştî ya Mûzeyan ve nedane ber parastinê, sala 1990’an di dema şerê li herêma rêya bejahiyê de xwar. Rêyabejahiyê rêya ku bi navê xizmetê birî, di nîvê medreseyê re derbas kiribû û beşekî mezin ê medresê hilweşandibû.

Tiştên ku ji Medreseyê mayin, ji hêla gundiyan ve operasyonên li herêmê gelek ziyan dîtin. Li beşê mizgeftê yê medreseyê jî tenê mîhrab sazkar e.

Arkeolog Ahmet Surer diyar kir berhemên dîrokî yên herêmê bê xwedî hatine hiştin û ji bo medreseya herî girîng a herêmê, ji bo Medreseya Feqiyê Teyran got, ‘’çawa tiştek nayê kirin, dikim û nakim fêhm nakim’’ Surer diyar kir gelek avanî nayên qeydkirin û werin qeydkirin jî nayên parastin û têkildarî medreseyê wiha got:
 ‘’Weke ku li benda hilweşîna wê bin. Avaniya herî ya girîng a li herêmê Medreseya Feqiya Teyran mînaka vê ye. Çawa ji bo parastina vê tiştekî nakin ez fêhm nakim.

Di xebatên xwe yên takekesî de ji bo ku têkildarî medreseyê ti kitêbe an jî goristan nîn in, em li ser temenê wê nikarin tiştekî bibêjin.

Ev medreseya li kiraxa Dîclê hatiye lêkirin û perwerdehiya tesavûfê lê dihate dayin. Ji ber vê sedeme dûrî bajêr bûne. Kevirên ku dişibine kevirên Mêrdînê hatine bikaranîn. Tê gotin Teyran sala 1560’î hatiye herêmê. Pêşî li Medereseya Sor perwerdehiyê dide û piştre vê medreseyê ava dike. Pêdivî bi restorasyoneke mezin heye. Beşên ku li ser piyan mane dikarin werin parastin. Li gor me malên li wê herêmê jî xwedî heman avaniyê ne. Mirov dikare ji wan bi rê bikeve û planê derxîne holê. Di kolaneke arkeolojîk de jî mirov dikare teşeyê avaniyê diyar bike.’’

Surer diyar kir dîrokzan, arkeologên ku beriya Şerê Dinyayê yê 1. hatin herêmê, berhem tomar kirine û wêneyên wan girtine.

LI BIHIŞTA ARKEOLOJIYÊ SERSARÎ PIR ZÊDE YE

Li barojoka Qesrikê ya Cizîrê, avaniyeke dî ya dîrokî jî Xirbeyên Qesrikê ne. Li neqşên li ser latan ê serdema Asûriyan mane ziyaneke mezin heye. Ji neqşa li ser latê ku di nav gel de jê re ‘’bûk û zava’’ tê gotin, tenê beşê hespê yê ku jin li ser e, maye.

Dîsa li Sazirka, bendên avê, pir û bermahiyên bajêr hene. Herêma ku Ji jer sedema ku dişibe tengavê xwedî îklîmeke nerm e, di serdemên cihê de weke havîngeh hatine bikaranîn. Avaniyên li vê derê jî ji ber sedema sersariyê hatine ber nemanê.

Qesr, karwansaray, malên şikeftan, neqşên jin û mêran ên li ser latan ên li Cizîrê yên ku beriya mîladê sedsala 4’an mane, hatine ber jibîrkirinê.
Dîsa hin neqşên li Keleha Finikê ku hatine qeytkirin lê lê xwedî nehatiye derketin, mehiyane. Pira li Bazebdê jî ji ber ku ti restorasyon lê nehatiye kirin li ber hilweşandinê ye.

 ‘DIVÊ BI LEZGÎNÎ BIKEVIN BER PARASTINÊ Û XEBATÊN ZANISTÎ WERIN KIRIN’

Surer diyar kir li herêm Şirnexê gelek berhemên dîrokî nayên parastin, gelek ji wan dimehin, ji ber sedema ku li herêmê qedexe jî heye ti xebateke zanistî nayê kirin û got: ‘’Em nikarin biçin xebateke zanistî bikin. Li gundê Bastrîtê em dizanin ku medreseyeke şêxên van deran heye. Li van deran ti xebateke giştî nehatiye kirin. Em dizanin ku tenê ekîbeke gerok qeyda wan kiriye. Di nav envanteran de nahtiye bicihkirin û ji bo parastinê ti xebat nehatiye kirin. Midûrîeta Çand û Turîzmê yên li hin deveran tomar kirine lê mixabin ji bo parastina wan tiştek nekirine.’’

Surer diyar kir, divê bi lezginî ekîbeke pispor lêbikole û got: ‘’ Divê ekîb hewceyiyan diyar bike û dest bi xebatan bike. Divê ji van deran mînak werin girtin di şertên laboratuvarê de were diyarkirin bê ka ji kîjan malzemeyê çêbûye û bi wan malzemeyan were restorekirin. Divê ev bi lezgînî were kirin, ji ber ku ev deh salên dawî yên medreseyê ne.’’