Li Şirnexê derbeke din li artêşa Tirk hate xistin
Artêşa Tirk a li Şirnexê derket operasyonê, derbeke din ji hêzên gerîla xwar. Li gorî agahiyên destpêkê, 2 leşker hatine kuştin.
Artêşa Tirk a li Şirnexê derket operasyonê, derbeke din ji hêzên gerîla xwar. Li gorî agahiyên destpêkê, 2 leşker hatine kuştin.
Li herêma Besta ya Şirnexê, di navbera artêşa Tirk û hêzên gerîla de şer derket. Şerê li vê derê dewam dike.
Li gorî agahiyên ji aliyê medya Tirk ve hatin ragihandin, danê vê sibehê 2 leşkerên din hatine kuştin.
HPG'ê der barê şer de hê ti daxuyanî nedaye.