Li Silêmaniyeyê, xwepêşandêr bûn hedefa êrişê

Li gel astengiyan jî girseya gel li pêşiya Konseya Parastinê ya Silêmaniyeyê li hev kom bû. Hêzên hikumetê bi gazê û çekên rastî êrişî gel kirin.

Li ser banga Kongreya Dengê Nerazî, endamên kongreyê xwestibû li pêşiya Konseya Parastinê ya Silêmaniyeyê li hev kom bibin, lê belê ji aliyê hêzên hikumetê ve hatibûn destgîrkirin.

Li gel astengiyên hêzên hikumetê jî bi dehan kes li pêşiya Konseya Parastinê ya Silêmaniyeyê dest bi çalakiyê kirin.

Hêzên hikumetê bi gazên çavan dişewitînin û bi çekan êrişî çalakgeran kirin.

Ji ber destwerdana hêzên hikumetê gelek sivîl û rojnamevan ji ser hişê xwe çûn. Çalakî bi rengekî girseyî dewam dikin. Hêzên hikumetê ji bo belavkirina girseya gel dest li çalakgeran werdidin.