Li Silêmaniyeyê rewşenbîr li dijî dagirkeriyê li hev civiyan

Êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê û Başûrê Kurdistanê bi kombûneke kesayet, rewşenbîr, siyasetmedar û akademîsyenan têne nirxandin. Civîna li Silêmaniyeyê bi pêşengiya PYD'ê pêk tê.

PYD bi tevlîbûna gelek rewşenbîr, kesayetên şareza, siyasetmedar û rojnamevanan li salona Xak a Silêmanî li ser êrîşên dagirkeriyê yên Tirkiye guftugoyekê dike.

Nûnerê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Cavîdan Kemal destpêkê axivî, bixêrhatina mevanan kir. Piştre peyamên bi dîmen ên Hevseroka PYD Asya Abdulah û Fermandarê Giştî ya QSD’ê Mezlûm Ebdî hatin nîşandan.

Peyama Hevseroka PYD Asya Abdulah wiha ye: "Divê em civaka Kurd, aliyên xwe yên siyasî vê mijara qirkirinê û çekên qedexekirî nîşan bikin. Girîng e em hevbeş kar bikin, destketiyên li Rojava û Başûr em biparêzin, têkoşînee hevpar bimeşînin. Armanc ji êrîşan têkbirina destketiyan e. Bi berxwedana hevbeş û têkoşîna neteweyî em dikarin ser bikevin. Berdêlên mezin tên dayîn, erka me ye; aliyên siyasî, rewşenbîr vê nîqaş bikin û li ber xwe bidin. Divê em destketiyên neteweyî û Kurdistanî biparêzin. Çekên qedexe tên bikaranîn, xeterî mezine, metirsiya DAÎŞ'ê zêde dibe. Di her warî de divê xebatek mezin bê kirin. Sazî û hemû rêxistin xwe bikin yek, hevpar têkoşînê li ber dagirkeriyê bê kirin. Em ji her karî re amade ne."

Fermandarê Giştî yê QSD’ê Mezlum Ebdî jî beşdarên civînê silav kir û ev peyam da:

"Êrîşa vê demê her kes kirin hedef, saziyên jiyanî kirin hedef. Dixwazin vê herêmê ji xelkê vala bikin. Amadekariyên dagirkirina herêmên nû tê kirin. Helwesta gel a li ber vê li her derê derket holê. Dostê me jî piştevanî kirin. Doza gelê Kurd heq e. Xeterî bi dawî nebûye. Ji bo wê jî divê dewletên dost ên dijî DAÎŞ'ê şer dikin helwest zêde bike, gel jî hişyar be. Dewleta Tirk ne tenê Rojava, her wiha dixwaze Başûr jî dagir bike. Divê gelê Başûr û Rojava hişyar be,  hedefên êrîşane, gav bi gav dixwaze herêmê dagir bike. Heta niha gelê başûr û kesayetên welatparêz dijî dagirkeriyê bûne, divê xurt têkoşînê bikin. Em şer naxwazin em alîgirên aştiyê ne. Bi diyalogê dixwazin çareserî bikin. Divê derkevin ji herêmên me. Em ji berxwedanê re amade ne. Em ê bersivên xurt bidin. Ji gelê xwe dixwazin piştevanî xurtir bibe, em pêk ve vê pîlanê têk bibin."

Nûnerê Partiya Yekîtiya Demokratîk Cavîdan Kemal jî peyama partiya xwe xwend û ev got:

"Rejîm naxwaze çareserî û demokratîkbûnê pêk were. Daxwazên gel pêk naîne. Me xeta sêyemîn hilbijart ji bo azadiyê. Dewleta Tirk bê navber êrîş kir, li ser rojava, gelek deverên weke Efrîn, Girê Spî, Serêkaniyê dagir kir. Em li gel aştî û guftugoyê ne. Li gel rejîma jî dixwazin guftugo bikin, ji bo wê daxwaz ji hêzên navneteweyî dikin zemîneke siyasî çêke û Rêveberiya Xweser divê proseyê de cih bigre. Metirsî heye. Êrîş li ser gelê Kurd ne tenê li Rojava ye, armanc dagirkirina Başûrê Kurdistanê ye. Pêkve em bihêzin, bi hev re xurtin."

Piştî peyamê guftugo ji ragihandinê re girtî dom kir.

Li bendê ye ku encamnameya civatê piştî guftugoyê bi raya giştî re bê parvekirin.