Li Silêmaniyeyê ji bo bibîranîna Yilmaz Guney forûma fîlman

Li Silêmaniyê ji bo bibîranîna Yilmaz Guney forûma fîlman hate lidarxistin.

Li Silêmaniyê bi wesîleya salvegera wefata sînemagarê Kurd Yilmaz Guney forûma fîlman hate lidarxistin. Forûm li Talary Hunerê saet di 18.30’an de hate destpêkirin. Alîkarê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Qubat Talabanî, gelek endamên komîteya navendî ya YNK’ê, Wezîrê Çandê yê hikumeta Herêmî Xalid Dostkî û gelek lîstikvan û derhêner tevlê bûn.

ÎRAN HATE ŞERMEZARKIRIN

Qubat Talabanî di forûma fîlman de axivî û êrîşên Îranê yên li dijî PDK-Î û HDK’ê û darvekirina sê ciwanên Kurd şermezar kir. Talabanî di axaftina xwe de diyar kir ku divê gelê Kurd bibe yek û bi wî awayî ew ê karibin mafê xwe biparêzin.

Piştî axaftinan ji bo kesên ku keda wan li ser sînema û belgefîlma Kurdan heye, xelat hatin dayîn.

Piştî merasîma xelatdayînê fîlmê Huseyîn Tabak ê li ser Yilmaz Guney hate nîşandan.

Forûm ew ê heta 15’ê Îlonê bidome û her roj ew ê du fîlmên Kurdan were nîşandan.