Li Silêmaniyê nûçegihanê Rojnewsê hate destgîrkirin

Ciwanên welatparêz ên Başûrê Kurdsitanê ji bo şermezarkirina tecrîdkirina ser Ocalan xwestin daxuyaniyekê bidin çapemeniyê. Lê belê hêzên asayîşa Silêmaniyê destûr nedan û êrîşî çalakgeran kir. Nûçegihanê Rojnewsê jî di nav de 20 kes hatin destgîrkirin.

Bi armanca şermezarkirina tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ciwanên welatparêz ên Başûrê Kurdistanê xwestin çalakiyek lidar bixin û daxuyaniyê bidin çapemeniyê. Lê hêzên asayîşê li Kolana Seholeke êrîşî ciwanan kirin û nûçegihanê Rojnewsê jî di nav de 20 kes destgîr kirin.

Endamê ciwanên welatparêz ên Başûrê Kurdistanê Bahoz Kurdî ragihand ku dema şermezarkirina tecrîdkirina Ocalan hêzên asayîşa Silêmaniyê êrîşî çalakgeran kirin û 20 çalakger destgîr kirin.

Nûçegihanê Rojnewsê Berhem Letîf ku çalakiya ciwanan dişopand hate destgîrkirin. Diyar bû di nava kesên hatine destgîrkirin de endamên Komeleya Karkerên Mezopotamyayê jî hene.