Li Silêmaniyê ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd meşa girseyî
Li bajarê Silêmanî yê Başûrê Kurdistanê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan meşekî girseyî hat lidarxistin.
Li bajarê Silêmanî yê Başûrê Kurdistanê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan meşekî girseyî hat lidarxistin.
Li bajarê Silêmaniyê di çarçoveya pêngava ‘Ji Rêber Apo re Azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî’ meşeke girseyî hat lidarxistin.
Meş bi beşdariya welatparêz, azadîxwaz, siyasetmedar û xelkê Silêmaniyê ji Kolana Salim (Sahûleke) destpê kir heta ber bi Parka Baxê Gişt ve berdewam kir. Li ber Baxê Giştî piştî deqeyek rêzgirtinê ji şehîdên Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd, daxuyaniya çapemeniyê hate dayîn.
Daxuyaniya çapemeniyê ji aliyê Tanya Kerîm ve hate xwendin û wiha hate gotin: “Ji bo bidawîkirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û ji bo pirsgirêka Kurd bi awayekî aştiyane û bi rêyên diyalogê bê çareserkirin, divê em xeta têkoşînê mezintir û bihêztir bikin. Daxwazkirin û pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Apo xwedî derketina li hemû nirxên mirovahî, azadî, aştî, pêkvejiyanê ye.”
Di dewama daxuyaniyê bal hat kişandina ser tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û wiha hate gotin: “Ev nêzîkî 3 sal in Rêber Apo di bin tecrîdeke giran de ye. Destûr nayê dayîn bi tu awayî malbat, parêzer û tu kes pê re hevdîtinê pêk bînin. Derbarê tenduristî û jiyana wî de tu agahî nayên girtin. Ev zilm û zordariya ku ji aliyê rejîma faşîst a AKP-MHP’ê ve tê kirin, êdî tu sînoran nasnake. Divê pêşiya vê zilmê bê girtin û bê rawestandin.”
Piştî daxuyaniya çalakiyê, nivîskar û siyasetmedarê Kurd Mihemed Emîn Pênciwênî axivî. Pênciwênî got: “Ji bo me erkê netewî û mirovî ye ku em daxwaza azadiya fîzîkî Birêz Ocalan bikin ku rêberê herî bandor yê gelê Kurd e. Ji ber ku Rêber Ocalan 24 sal in li Girava Îmraliyê di bin tecrîdeke giran de ye. Her wiha nêzikî 3 sal in bi tu awayî agahî jê nayê girtin.”