Li Silêmaniyê 2. Konferansa Tevgera Azadî dest pê kir

2'emîn Konferansa Tevgera Azadî ya herêma Silêmaniyê dest pê kir.

Bi biryara hikumeta herêma Kurdistanê ofîsên Tevgera Azadiya Civaka Kurdistanê (Tevgera Azadî) li herêma Silêmaniyê hatin girtin. Lê îro bi beşdarbûna Hevserokên Giştî yên Tevgera Azadî û endamên wê 2’emîn Konferansa Tevgera Azadî ya Herêma Silêmaniyê tê lidarxistin. Konferans vê sibê dest pê kir û wê heta êvarî bidome.

Derbarê armanc û bernameya konferansê de Endamê Komîteya Amadekar a Konferansê Rehman Resûl ji ANF'ê re axivî û got; "Konferans bersiva herî baş e ji bo desthilatdariya ku dixwaze xebatê me asteng bike û ofîsên me bigre."

Resûl bi domdarî got; "Di konferansê de wê rewşa siyasî û rêxistinî were nirxandin. Wê hevserokên nû yên herêma Silêmanî û meclîsa nû were hilbijartin."