Li Sêwerekê operasyona qirkirina siyasî
Li Sêwerekê polîsên Tirk danê sibehê avêtin ser malan û 22 kes binçav kirin.
Li Sêwerekê polîsên Tirk danê sibehê avêtin ser malan û 22 kes binçav kirin.
Li navçeya Sêwerek a Rihayê, polîsên Tirk danê sibehê avêtin ser malan û ji ber parvekirinên xwe yên li ser medya civakî 22 kes bi îdîaya "propaganda rêxistinê" binçav kirin.
Di nav binçavkiriyan de parêzer Denktaf Ozbadem û rêveberên KURDÎ-DER a bi biryarnameyê hatiye girtin jî hene.
Kesên hatine binçavkirin birin midûriyeta emniyetê ya navçeyê.